Polîtîka

Rêziknameya navxweyî dê li gorî Pergala Serokomariyê jinûva were verastkirin

Serokê Meclisê Bînalî Yildirim: "Rêziknameya navxweyî ya heyî li gorî pergala parlamenteriyê ye. Vêca dor hatiye ku ev li gorî Pergala Serokomariyê jinûva were verastkirin."

Önder Beyter  | 23.09.2018 - Rojanekırın : 24.09.2018
 Rêziknameya navxweyî dê li gorî Pergala Serokomariyê jinûva were verastkirin

Ankara

ANKARA 

Serokê Meclisê Bînalî Yildirim wiha got, "Rêziknameya navxweyî ya heyî li gorî pergala parlamenteriyê ye. Vêca dor hatiye ku ev li gorî Pergala Serokomariyê jinûva were verastkirin. Ji xeynî vê, dîsa di çarçoveya pergala nû da, ku şêweyê çêkirina qanûnan jî guherî ye, dê verastkirinên nû çêbin."

Yildirim beriya ku ber bi Taşkenta paytextê Ozbekistanê bi rê bikeve, li Balafirgeha Esenbogayê daxuyanî da çapemeniyê û bersiv da pirsên rojnamegeran.

Yildirim diyar kir ku di ziyaretê da Parlamenterê Enqereyê û Wekîlê Serokê Meclisê Levent Gok, Parlamenterê Burdurê û Endamê Katib Bayram Ozçelîk, Parlamenterê Nevşehîrê û Endamê Katib Mustafa Açikgoz, Parlamenterê Enqereyê û Amîrê Rêveberiya Meclisê Orhan Yegîn, Parlamenterê Enqereyê û Amîrê Rêveberiya Meclisê Erkan Haberal, Parlamenterê Bursayê û Serokê Koma Dostaniyê ya Ozbekistanê Osman Mesten û Serokê Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê Bîrol Akgun dê hevaltiya wî bikin.

Yildirim diyar kir ku wekî Serokê Meclisê ew ê ziyareta xwe ya fermî ya Ozbekistanê pêk bîne û di vê ziyaretê da ligel gelek berpirsên Ozbek ku di navê da Serokwezîrê Ozbekistanê Abdulla Arîpov û Serokomarê Ozbekistanê Şewket Mîrzîyoyev jî hene, rûnê.


Bînalî Yildirim herwiha da bibîrxistin ku xebatên serdema nû ya Meclisê jî dê di 1ê Cotmehê da dest pê bikin û wiha dewam kir:

"Budce dê di 17ê Cotmehê da were Meclisê, jixwe gotûbêjên li ser vê, heya dawiya salê di komîsyon û lijneya giştî da dewam dikin. Ji xeynî vê jî rêziknameya navxweyî ya heyî li gorî pergala parlamenteriyê ye. Vêca dor hatiye ku ev li gorî Pergala Serokomariyê jinûva were verastkirin. Ji xeynî vê, dîsa di çarçoveya pergala nû da, ku şêweyê çêkirina qanûnan jî guherî ye, dê verastkirinên nû çêbin."

"Pêvajo dê di çarçoveya herka xwe da dewam bike"

Serokê Meclisê Yildirim, mijara ji aliyê Dadgeha Bilind a Dadrêsê va pesendkirina cezayê Enîs Berberoglu da jî daxuyanî da.

Yildirim, biryara dadgeha bilind da bibîrxistin û wiha got, "Hiqûqnas li ser vê biryarê nîqaşan dikin, nêrînên cuda hene, lêbelê ji nîqaşê wêdatir, rastiyek heye. Piştî vê biryarê birêz Enîs Berberoglu hatiye berdan, hatiye texliyekirin, ev yek girîng e. Pêvajoya ji vê şûnda jî dê di çarçoveya herka xwe da dewam bike."

Yildirim piştî civîna çapemeniyê ber bi Ozbekistanê hereket kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.