Tufan Aktaş,Ahmet Emin Dönmez
28 Îlon 2023•Rojanekirin: 28 Îlon 2023
Rêveberiya eskerî ya Burkina Fasoyê ragihand, di 26ê Îlonê da hewldaneke derbeyê hat têkbirin.
Hikûmetê der heqê bûyerên bûn sedem ku xwepêşandêr dakevin qadan da ragihand, servîsên îstixbarat û ewlekariyê yên Burkina Fasoyê hewldaneke derbeyê têk bir.
Di daxuyaniyê da hat bal kişandin ku gelek kesên têkiliya wan bi hewla derbeyê ra heye hatin binçavkirin û her wiha hat diyarkirin ku hikûmet dê bûyerê bi temamî ronî bike û dê tiştekî tarî nehêle.