23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 24 Hezîran 2016
HELEB
Firokeyên şer ên artêşa ûris li bajarê Helebê yê Sûriyê êrîşa asîmanî birin ser taxên di kontrola muxalifan da û di encamê da 7 sivîl mirin.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji jêderên parastina sivîl wergirt, jetên ûris bi bombeyên xarê va êrîşî taxa Katirci û navçeya Hreytan û Anadanê kirin. Di êrîşan da bombe li jîngehan ketin, 7 sivîl mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku li semtê Katirciyê ekîbên parastina sivîl dixebitin ku xwe bigihînin du malbatên ku di bin kavil da mane.