ŞAM
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê hêzên Esed li gelek bajaran bi çekên mezin li ser muxalifan operasyon li dar xist. Di operasyonan de 4 jê zarok 54 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (RMMS) hêzên artêşa rejimê li bajarên ku di destê muxalifan de ne ji hewa û erdê operasyon li dar xistin. Di operasyonan de li berbajarê paytext Şamê 15, li Îdlibê 15, li Helebê 9, li Xumûsê 8, li Deyru'z Zorê 4, li Derayê 2, li Hamayê kesek, bi tevahî 54 kes mirin.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê daxuyand ku hêzên ewlehiyê li hemû welêt operasyon li dar xistin û di operasyonan de gelek komên çekdar hatin kuştin, wesaîtên wan hatin şewitandin.