Ethem Emre Özcan
12 Sibat 2023•Rojanekirin: 14 Sibat 2023
Ji ber erdhejên Kahramanmaraşê li Sûriyeyê jimara kesên ku mirin derket 3 hezar û 574 kesan.
Li Îdlib, Heleb, Hema, Lazqiye, Tertûsa ku avahî lê kavil bû, xebatên lêgerîn û xelaskirinê û rakirina kavilan dewam dike.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji Tora Sûriyeyê ya ji bo mafê mirovan (SNHR), Parastina Sivîl (Kûmspî), rayedarên herêmî, saziyên tenduristiyê hildan, li Îdlib û herêmên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê herî kêm 2 hezar û 166 kes mirin û 2 hezar û 950yî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a SANAya rejima Esed li Heleb, Hema, Tertûs û Lazqiyeyê li herêmên di bin kontrola rejimê da ne di erdhejê da 1408 kes mirin, 2 hezar û 341 kes birîndar bûn. Bi tevahî jimara kesên ku li Sûriyeyê di erdhejên Meraşê da mirin derket 3 hezar û 574 kesan.
Li herêmên bakurê Sûriyeyê yên di bin kontrola mixalifan da jî gelek avahî hilweşiyan.
Li herêmên ku di destê mixalifan da ne, di xebatên lêgerîn û xelaskirinê da mensûbên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) jî cih digirin.
Birîndar li navendên tenduristiyê tedawî dibin. Malên bi hezaran mexdûrên erdhejê xerab bûne yan jî zirar dîtine. Mexdûr şeva xwe li kuçe, mizgeft an jî bareqeyan derbas dikin.
- Dîmena bajaroka Cindirêsê ji hewa hat kişandin
Di erdhejan da cihên ku herî zêde zirar û ziyan lê çêbûn yek jî li Cindirêsa bajaroka Efrînê ye.
Li gor çavkaniyên Parastina Sivîlan, di xebatên lêgerînê da ji 500î zêdetir cesed hatin derxistin, bi sedan kes birîndar hatin xelaskirin.
Nûçegihanên AAyê ji hewa va dîmena bajarokê kişand ku bi sedan avahî lê kavil bûne.