26 Îlon 2017•Rojanekirin: 26 Îlon 2017
STOCKHOLM
Li Orebroya bajarê Swêdê mizgefteke ku 250 hezar kes dikare bi hev ra tê de îbadetê bike hat şewitandin.
Şefê Agirkujê yê Orebroyê Ulf Jacobsen, got wan bi saeta Swêdê va dî saet 02.00an de dest pê kiriye ku ew agir vemirînin lê li hember hemû hewldanan mizgeft bi tevahî şewitiye.
Jacobsen got di şewatê de mirî û birîndar tunene û delîl nîşan didin ku şewat bi zanetî hatiye derxistin.
Bi sedan misilman hatin li ber mizgeftê û xebatên agirvemirandinê temaşe kirin, meleyên mizgeftê jî dema mizgeft şewitî giriyan.
Mizgeft di sala 2007an de li taxa Vîvallayê hat avakirin û 250 hezar kesî dikaribû bi hev ra tê de îbadetê bike.