26 Îlon 2017•Rojanekirin: 26 Îlon 2017
MELBOURNE
Li Queenslanda eyaleta Awistralyayê balafireke biçûk ket û 2 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Servîsa Polêsan ya Queenslandê (QPS) balafira bi tîpa Diamond DA 40 ya 2 kes tê da bûn li rojavayê başûrê Brisbaneya paytextê eyaletê ji ber sedemên nayên zanîn ket.
Hat destnîşankirin 2 kesên di balafirê da mirin û Buroya Ewlehiyê ya Awistralyayê der barê qezayê da lêpirsîn da destpêkirin.