Önder Beyter
14 Adar 2021•Rojanekirin: 15 Adar 2021
Hat ragihandin, li bajarê Orebro yê Swêdê, di dibistana taybet a bi navê "Alsalamskolan" ku zarokên Misilman lê perwerdeyê dibînin da şewat derket.
Midûrê Dibistanê Hussein Aldaodi di daxuyaniya xwe ya da têlevîzyona dewleta Swêdê SVTyê da diyar kir, li gorî dîmenên kamerayên ewlekariyê, du kesan agir berda dibistanê û her wiha wan dîmen radestî ewlehiyê kir.
Aldaodi wiha got, "Di dîmenan da du kesên bi mask camên qata jêrîn a dibistanê dişkênin û madeyên ku agir pê dikeve diavêjin hundir. Tişta ku em xwe pê teselî dikin jî ew e ku sibê zû bû û li dibistanê tu kes tunebû."
Polêsan li dibistanê lêkolîn kirin û lêpirsîn dan destpêkirin.