Ahmet Aydın
15 Adar 2021•Rojanekirin: 16 Adar 2021
Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 1722 zêde bû û gihişt 534 hezar û 315an.
Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 17 hezar û 66 zêde bû û gihişt 29 milyon û 401 hezar û 167an.
Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 1722 zêde bû û gihişt 534 hezar û 315an.
California bi zêdetir ji 3 milyon û 620 hezar pêketiyan di rêza serî de ye.
Bi dû Californiayê de bi zêdetir ji 2 milyon 724 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji milyonek û 973 hezar pêketiyan Florîda tê.
Di warê hejmara mirinan de jî eyaleta California bi 56 hezar û 426 miriyan di rêza serî de cih digire.
Bi dû DYAyê de bi zêdetir ji 11 milyon û 439 hezar pêketiyan Brezîlya û bi nêzîka 11 milyon û 359 hezar pêketiyan Hîndistan tê.