Abdullah Tel
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Li Esenyurtê hin gumanbarên ku der barê wan da ji ber îdiaya bazirganiya hişbirê dikin, biryara qefaltinê hebû, hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên hatin hildan ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Bi Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê li Esenyurtê bi hevdemî avêt ser hin navnîşanên ku gumanbarên tê îdiakirin bazirganiya hişbirê dikin .
Operasyon bi piştgiriya helîkoptêr û polêsên tevgera taybet va hat kirin û hin gumanbar hatin binçavkirin û li navnîşanan jî piçek hişbir hat qefaltin.
Gumanbarên hatin binçavkirin piştî kontrola sihetê ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê.