Emre Aytekin
26 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2023
Li eyaleta Siçuanê ku dikeve rojavayê Çînê, bi lerza 5,6ê erd hejiya.
Li gor daxuyaniya Navenda Torên Erdhejê ya Çînê, serê sibehê li navçeya Ludingê ya Bajarê Xweser a Ganzi Tîbetê ku dikeve rojavayê eyaletê, bi lerza 5,6an erd hejiya.
Di erdhejê da hê nehatiye tesbîtkirin ku tiştek bi kesî hatiye yan jî xesar çêbûye yan na. Qasî 100 wezîfedarên rizgarkirinê sewqî herêmê kirin.
Hat ragihandin ku di rêyan da hezaz çêbû.
Di 5ê îlona 2022yan da jî li heman navçeyê bi lerza 6,8ê erd hejiyabû û ji 90î zêdetir meriv miribûn, ji 270yî zêdetir ker birîndar bûbûn.