01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
ADANA
Li Edeneyê 4 şikbarên ji ber îdiaya di nav PKKya rêxistina terorê de "muxbîrtî" kiriye îşkence kesekî kirine, hatin girtin.
Di 23ê mijdara 2017yan de Edene navend li 6 bajaran li dijî sazûmaniya ciwanên PKKya rêxistina terorê operasyonek hat kirin.
S.Y di vê operasyonê de hat girtin, lê di girtîgehê de daxwaznameyek nivîsand û îxbarek kir.
Di daxwaznameya xwe de S.Y got 4 endamên rêxistinê ji ber hinceta muxbîrtî kiriye îşkence li M.K kirine.
Li ser vê tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriye Ewlehiyê şikbar Selahattîn Y, Abdulmutelîp K, Sadettîn Y. û eqrebayê wî Alettîn Y. binçav kirin.
4 şikbarên ku derketin pêş dadgehê hatin girtin.