Dinya

Li ser Îdlibê êrîşên esmanî: 4 kuştî

Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed û Rûsyaya piştgiriyê wê duh bi şev êrîşa esmanî birin ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê û di êrîşan da 4 sivîl hatin kuştin, neh sivîl birîndar bûn

İbrahim Atmaca  | 26.06.2019 - Rojanekırın : 27.06.2019
Li ser Îdlibê êrîşên esmanî: 4 kuştî

İdlib

Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed û Rûsyaya piştgiriyê wê duh bişev êrîşa esmanî birin ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê û di êrîşan da 4 sivîl hatin kuştin, neh sivîl birîndar bûn.

Balafirên şer ên rejima Esed ji duh bi şev pê va êrîşa esmanî dibe ser derdora navenda bajarê Îdlibê, navçeya Marratinnumanê, gundên Kefer Secne, Hamidiye, Hazarîn, Rube el Cuz, Bsîda, Hiş, Sellt Ez Zuxûr û Kirisayê.

Li Marratinnuman û Hamidiyeyê her yekî kesek, li gundê Sellt Ez Zuxûrê du kes, bi tevahî 4 sivîl hatin kuştin, 9 sivîl birîndar bûn.

Ekîbên Parastina Sivîl (Kumsipî) xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomînin, lê dibe ku hejmara miriyan zêde be.

Ji aliyekî din va mala çavdêriya balafiran a mixalifan ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê jî li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê êrîşî gundê Hamayê yên Rube El Cuzê kir.

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Kazakistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyand ku Beşşar Esed û piştgirên wê êrîşên ku di navbera 26ê nîsanê û 23yê hezîranê da li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin da 487 sivîl sivîl hatin kuştin, hezar û 495 sivîl birîndar bûn.

Rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê va nêzî 3 hefte berê li ser "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" êrîşên berfireh dan destpêkirin û qadeke dora 100 kîlomêtreqareyî bi dest xist. Mixalifên eskerî jî ji bo ku herêmên ketine destê hêzên rejimê ji destê wan derxe, car caran operasyonan dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın