Türkan Tosun
26 Hezîran 2019•Rojanekirin: 27 Hezîran 2019
Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê yê Berê Xalid Meşal ji "Peymana Sedsalê" ra got ew bertîlek e ku bi pereyên Ereban va dane herêmê.
Meşal bertek nîşanî "Peymana Sedsalê" ya ku Filistînê neçar dikin û komxebata bi navê "Ji Bo Refahê Aştî" ya ku li Manamaya paytextê Behreynê hat lidarxistin da.
Meşal got gelê Filistînê wê destûrê nede Peymana Sedsalê bikeve rewacê û wiha axivî: "Peymana Sedsalê bi jahr û bi şik e, ji bilî vê bi pereyên Ereban ji bo firotina Filistîn û Qudsê bertîlek e ku dane herêmê."
Meşal anî ziman gelê Filistînê hin tiştan wek xetên sor dihesibîne, ewê destûrê nedin li ser van tiştan bazarî bên kirin û divê dagirkerî dawî bibe, girtiyên di girtîgehên Îsraîlê da bên berdan û Ereb jî beşdarî vê komxebatê nebin û peymanê qebûl nekin.
Der barê komxebata bi navê "Ji Bo Refahê Aştî" ya ku li Manamaya paytextê Behreynê hat lidarxistin da Meşal got ew di bin rêvebiriya Amerîka û Îsraîlê da tê kirin û xebateke bi şik e, xêra wê ne ji welatên Ereban ra û ne jî herêmê ra heye, ji ber vê divê kes beşdarî komxebatê nebe.
Meşal got yên ji bo berjewendiyên xwe dixwazin dilê Amerîkayê xweş bikin Filistînê dikin qurban û wiha dewam kir: "Yên vê bikin, wê der barê Filistînê da sûcekî bikin. Kî dixwaze qumarê bilîze, bila li ser hebûnên xwe bilîze."
Herî dawîn Meşal got Filistîn ne perçeyekî Îsraîlê ye û yên bi Îsraîlê ra hevaltiyê dikin bi dijminên umetê ra hevaltiyê dikin.
- Di çarçoveya Peymana Sedsalê da xebata ewil e
Komxebata aboriyê ya bi navê "Ji Bo Refahê Aştî" ya ku li Manamaya paytextê Behreynê duh hat lidarxistin di çarçoveya Peymana Sedsalê da xebata ewil e ku Amerîka ji bo çareseriya mijara Îsraîl û Filistînê li dar dixe.
Qesra Spî der barê vê komxebatê da daxuyanî dabû ku bi hevkariya Behreyn û Amerîkayê di navbera 25-26ê Hezîranê da li paytext Manamayê ev komxebat wê bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê da hatibû gotin ji bo serokên hikûmetan, civaka sivîl, dinyaya kar û barê bên bal hevdu fikrên xwe parve bikin, piştgiriyê bidin veberhênanên aboriyê ev komxebat girîng e û wê seba gelê Filistînê û gelê herêmê derfetên nû derxe holê.