ŞAM
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyanî da û diyar kir ku hêzên rejimê ji hewa û bejayê li hember muxalifan operasyon kirin. Di operasyonên ku li berbajêrê Şamê pêk hatin de 31, li Helebê 8, li Hasekeyê 5, li Hamayê 4, li Îdlib, Dera û Xumsê jî 3, li Qûnteyra û Deyrûz Zorê yek bi tevahî 59 kes hatin kuştin.
Di vê navberê de Komîteya Kordînasyonê ya Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) diyar kir ku li herêma Şeara Helebê ya di bin kontrola muxalefan de ye di êrîşa hewayî de jî gelek mirî û birîndar hene.
Kesên ku di êrîşan de birîndar bûn li nexweşxaneyên derdorê tên tedawîkirin û gelek avahî û xanî jî hilweşiyan.
Hat destnîşankirin ku hêzên Esed bi çekên giran êrîşî Dûma, Dareya, Berze, Zemelka, Cobar û Kabûna ku di bin kontrola muxalifan de ye dikin.
Ji bilî van deran herêmên wek Xums, Dera, Hama, Haseke, Îdlib û Deyrûz Zor a ku di destê muxalifan de ne jî êrîş tên kirin.
SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê jî diyar ki ku hêzên ewlekariyê di operasyonên ku li seranserê welêt kirin de gelek komên bi çek yên ku kesên biyanî jî di nav wan de hebûn berteref kirin.