ŞAM
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) diyar kir ku hêzên Esed bi çekên giran operasyon li darxistin û di van operasyonan de 80 kes hatin kuştin.
SHNR ya ku navenda wê li Londrayê ye daxuyand ku hêzên Esed operasyonên li darxistin û di van operasyonan de li Şamê 17, Li Helebê 15, li Xûmûsê 15, li Derayê 14, li Hamayê 10, li Îdlîbê 6, li Deyruz Zor, Kunteyra û Hasekeyê jî kesek, bi tevahî 80 kes hatin kuştin.
Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriye(KŞGS)ê da zanîn ku yekîneyên Artêşa Sûriyê ya Azad(ASA) herêma Han Asela Helebê ji sedî 90 girtine bin kontrola xwe û pevçûn dewam dikin. Mûxalîfên çekdar, bi çekên giran, êrîşî balafirgehên Minig û Kûveyrîsê kirin.
Hêzên Esed him ji hewayê û him jî ji bejayê êrîşî Dûma, Kabûn, Zemelka, Berze, Tadamûnên Banliyoyên Şamê dikin. Pevçûnên di nevbera her du artêşan de li kuçeyan jî bi awayekî tund didome.
Ajansa nûçeyên fermî ya Sûriyeyê SANAyê jî diyar kir ku hêzên ewlekariyê di operasyonên li bajaran de gelek komên çekdar bê tesîr hiştine û wesayîtên wan jî îmha kirine.