QAHÎRE
Li Misrê, piştî derbeyê Serokomarê hilbijartî Mûhammed Mûrsî ji wezîfeya xwe hat dûrxistin û hê jî nayê zanîn ku li ku derê ye. Kurê Mûrsî Ûsame Mûhammed Mûrsî jî destnîşan kir ku bavê wî hatiye revandin û ji bo vê jî dê serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) bidin.
Mûrsî li paytext Qahîreyê beşdarî civîna çapemeniyê ya ku ji aliyê Komîteya Azadiyê ya Sendîkaya Endezyaran ve hat lidarxistin bû. Mursî di axaftina xwe de Serokê Sererkanî û Wezîrê Parastina Misrê Abdullfettah Sîsî sucdar kir û got: "Em ji bo revandina bavê min Abdulfettah Sîsî sûcdar dikin. Ji bo lêpirsîna vê mijarê jî em ê serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bidin."
Mûrsî diyar kir piştî ku bavê wî ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û hetanî îro ne haya wî û ne jî haya malbata wî jê heye û ew qet nedîtine. Mûrsî wiha pê de çû: "Ewilî dê der barê Abdulfettah Sîsî de pêvajoya hiqûqî dest pê bike, her wiha him li hundirê welêt û him jî li derveyê welêt dê xebatên xwe bimeşînin.
Keça Mûhammed Mûrsî Şeyma Mûhammed Mûrsî jî xwest ku bavê wê serbest berdin.
Şeyma Mûrsî wiha got: "Ji tenduristiya Serokomarê Misrê yê meşrû yê ku ji aliyê gel ve hatibû hilbijartin, serokên derbekaran berpirsiyar in. Li gor zagon û peymanên Navneteweyî tu kes nikare 'Azadiya şexsî' qedexe bike û dest bide ser." Artêşa Misrê jî der barê sûcdaran de hêj tu daxûyaniyek neda.