Nihat Kavşut
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2017
KÎEV
Li Ukraynayê di navbera rêveberiya Kîevê û cudakarên nêzî Rûsyayê da guherandina dîlan hat kirin.
Guherandina dîlan li deriyê Mayorskê ya li herêma Donetskê hat kirin û rayedarên Ukraynayê, nûnerên cudakaran, Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (AGÎT) û rayedarên Rêxistina Xaça Sor ya Navneteweyî amade bûn.
Li gor agahiyan Petro Poroşenkoyê Serokê Dewleta Ukraynayê ji bona pêşwazîkirina dîlên ji Ukraynayê çû Donbasê. Poroşenko li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: "74 kesên ji Ukraynayê serbest man û li herêma di destê artêşa me da ne."
Viktor Medvedçukê Nûnerê Ukraynayê yê Komîsyona Alîkariya Însanî ya Koma Sêalî daxuyanî da çapemeniya Ukraynayê û destnîşan kir 237 girtiyên cudakarên nêzî Rûsyayê teslimî komarên qaşo yên Donetsk û Luganskê hatin kirin.
Li gor Peymana Mînskê ya ji bona pevçûnên li rojhilatê Ukraynayê biqedin hat îmzekirin divê rêvebiriya Kîevê û cudakarên nêzî Rûsyayê dîlên di destê xwe da berdin.