Önder Beyter
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
ERZURUM
Tê pêşbînîkirin li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li dever û noqteyên bilind berf bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li tevahiya herêmê germahiya hewayê wê di asta pileyên asayî yên demsalê da be.
Tê pêşbînîkirin ku li herêmê hewa ewrayî û nîvewrayî, heya berêvarê jî nîvtavî û taviya bibirqonek derbas bibe.
Li herêmê dîsa li ciyên bilind jî şilope û berf dê bibare û herwiha ba jî wê ji hêla bakur nerm û nîvqewî rabe.
Li herêmê pileya herî nizim a germahiyê li Îdir û Erzinganê 10, li Tunceliyê 8, li Agiriyê 7, li Erzirom û Qersê 6 û herwiha li Erdêxanê jî 5 pile hat pîvan.
Pileya herî bilind a germahiyê jî wê li Îdirê 21, li Tunceliyê 20, li Erzinganê 19, li Agiriyê 17, li Erzirom û Qersê 13 û li Erdêxanê jî 11 pile be.