Sevim Hatun
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
KARS
Piştî ku li ciyên bilind ên herêma Rojhilatê Anadoluyê berf barî, hewa sar bû.
Li ciyên bilind ên Sariqamişa navçeya Qersê piştî ku berf barî, bi taybetî bi şev hewa pir cemidî.
Li bajarê ku lê kombî û sobe hatin pêxistin, ji ber sermayê pacên xanî û wesayitan qeşa girt.
Darên li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê ku ji navendên turîzma zivistanê yên li Tirkiyeyê yek e sipî bûn.
Pelên hin daran sipî bûn û dîmenên xweşik derketin holê.
Li Erdexanê jî welatiyên ku serê sibê derketin derva wesayitên ku camên wan qeşa girtibûn dîtin. Erdexanî berî ku herin ser karê xwe camên wesayitên xwe paqij kirin.