İbrahim Atmaca
09 Sibat 2020•Rojanekirin: 10 Sibat 2020
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilata Anadoluyê qeşa û cemed tê payîn û li Qers û Erdexanê jî berf wê bibare.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî, li aliyê bakur û rojhilata bakur ewrayî be.
Bişev û serê sibê qeşa û cemed yê payîn, ji bajarên herêmê li Qers û Erdexanê berf tê payîn.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê di binê sifrê da li Erziromê 16, li Qersê 15, li Erdexanê 14, li Erzincanê 12, li Tuncelî û Agiriyê 11, li Îdirê jî 4 pile hat pîvan.
Nav rojê germa hewayê ya herî zêde di binê sifrê da li Erziromê 13, li Qersê 12, li Erdexanê 10, li Agiriyê 9, li Erzincanê 7 û li Tunceliyê 6, li Îdirê jî sifir pile tê payîn.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 35, li Erziromê 20, li Erdexanê 15, li Qersê 11, li Tunceliyê 6, li Erzincanê 3, ji navendên kaşûnê li Palandokenê 85, li Sarîqamîşê 62 û li Erganê 72 santêm hat pîvan.
Li tevahiya herêmê ji ber ku qeşa û cemed tê payîn û li deverên bilind talûkeya şepeyê heye, hişyarî hat dayîn ku şofêr û welatî baldar û bi tevdîr bin.