Sinan Doğan
17 Hezîran 2024•Rojanekirin: 19 Hezîran 2024
Hat ragihandin li parzemîna Amerîkaya Başûr li Perûyê bi mezinahiya 6an erdhej çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) ragihand, erdheja ku mezinahiya wê 6 e, 19 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû û navenda lerzê jî bajarê Caraveliyê yê girêdayî herêma Arequipayê ya Perûyê ye.
Li gorî Navenda Sîsmolojiya Neteweyî ya Enstîtuya Jeofîzîkê ya Perûyê li welêt bi mezinahiya 6an erdhej çêbû.
Di daxuyaniya peywirdaran da hat diyarkirin, piştî erdhejê li hin cihên otorêya Panamericanayê hezaz çêbû.
Di daxuyaniya Navenda Operasyona Rewşên Bilez a Neteweyî (COEN) ya li ser hesabê wê yê medyaya civakî Xê da hat diyarkirin ku erdhej di saziyeke perwerdeyê da bû sedema xesarê, lêbelê ziyana madî û canî çênebû.