PARAÇINAR
Rayedarên nexweşxanê ragihandin ku di bazara Paraçinara li herêma Kuramê di navbera çar deqîqan de du bombe teqiyan. Jimara miriyan derket 57 kesan û 167 kes jî birîndar in.
Hat diyarkirin piraniya birîndar û miriyan şiî ne. Hêj tu kesî berpisyariya erîşê hilnedaye stûyê xwe.
Herêma eşîra Kuramê wek gelek herêmên rojavayê bakurê Pakîstanê bi bûyerên şîdetê tê rojevê. Milîtanên Talîbanê li vê herêmê êrîşên çekdarî û bi bombe li dijî hêzên ewlehî û hedefên din li dar dixin. Paraçinar ji wan herêman e ku piraniya wan şiî ne.