ÎSLAMABAD
Midûrê Îslamabadê Sîkander Hayat, diyar kir ku komek êrîşkeran gule der û dorê barandin, bombeyên destan avêtin û pişt re ketin dadgehê. Hayat, ragihand ku ji êrîşkeran du kes dema ku polêsan ew dorpeç kirin bombe teqandin. Hayatê buyer wek êrîşeke terorê binav kir.
Di êrîşê de parêzer û hakim bi tevahî 11 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn. Avahiyê dadgehê xisareke mezin dît, piştî êrîşê dibistanên nêzîkî cihê bûyerê hatin girtin.