Dinya

Li Odessayê 9 dronên artêşa Rûs hatin daxistin

Ramin Abdullayev  | 17.12.2023 - Rojanekırın : 18.12.2023
Li Odessayê 9 dronên artêşa Rûs hatin daxistin

Kiev

 Hat ragihandin, li bajarê benderê yê Ukraynayê Odessayê 9 dronên artêşa Rûs ên hewl dan êrîşê pêk bînin, hatin daxistin.

Serokê Rêveberiya Eskerî ya Herêma Odessayê Oleg Kiper di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir, dronên hatin daxistin li sê herêman bûn sedema şewatê û xebatên temirandina agir zêdeyî çar saetan ajot.

Kiper bal kişand ku di nava hefteyekê da artêşa Rûs ev cara sêyem e li dijî Odessayê êrîşa asîmanî pêk tîne û wiha got, "Bi tenê li herêma Odessayê îşev 9 dron hatin daxistin. Li hin mal û depoyan da şewat derket. Li cihê bûyerê cesedê kesekî hat dîtin."

Di daxuyaniya Fermandariya Operasyonel a Başûr a artêşa Ukraynayê da jî hat destnîşankirin, 16 dronên cure "Şehîd" ên berhemanîna Îranê yên ji hêla artêşa Rûs di ser Qirimê ra hatin şandin ji hêla pergalên parastina asîmanî hatin têkbirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın