Önder Beyter
12 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
NEW YORK
Hat ragihandin ku li New Yorka Amerîkayê helîkopterek li ser çem ket xwarê û di encamê da 5 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Hewageriya Federal, helîkoptera ku tê da 6 kes hebûn, li bakurê Giravê Roosevelt ku dikeve navbera Manhattan û Queensê, ket Çemê Rojhilat.
Di daxuyaniya Departmana Polêsê New Yorkê da hat piştrastkirin ku 5 kesên di helîkoperê da mirin.
Li gorî daxuyaniya polêsê New Yorkê, pîlotê helîkopterê xilas bû, lêbelê ji 5 rêwiyên helîkopterê 2 jê li ciyê bûyerê, 3yên mayîn jî piştî ku ji aliyê xozneberan va ji avê hatin derxistin, li nexweşxaneyê mirin.