Türkan Tosun
12 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
ÎSTANBUL
Saziya Pedîatriyê ya Navneteweyî ya Dinyayê (IPA) biryar da ku ji ber xizmetên ji bo zarokên penaber tên kirin "Xelata Aştiyê ya Navneteweyî" bide Serokomar Recep Tayyîp Erdogan.
Li gor daxuyaniya IPAyê Kerem Hasanogluyê Dîrektorê Karên Derva yê IPAyê û rêveberiya saziyê wek mêvan hatin Tirkiyeyê û xebatên ji bo zarokên penaber tên kirin bi çavê xwe dîtin, penaberên di kampan de ne ziyaret kirin.
Piştî ziyaretê rayedarên IPAyê biryar dan ku ji ber xebatên ji bo zarokên penaber tên kirin "Xelata Aştiyê ya Navneteweyî" bidin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan.
Dîrektorê Karên Derva yê IPAyê Kerem Hasanoglu got gelek welat di mijara penaberan de bêxem tevdigerin û wiha axivî: "Tirkiyeyê bi tena serê xwe mazûvaniya milyonek û 500 hezaran zêdetir dergûşan kir û nehişt ew bimirin. Li cîhanê gelek welat vê nabînin, lê Tirkiyeyê bi serokatiya Birêz Erdogan hewl da ku ev dergûşên bêguneh bijîn. Ev mijareke girîng e. IPAyê biryar da ku ji ber vê tevgerê Xelata Aştiyê ya Navneteweyî bide Birêz Erdogan û me ev biryar ji wezaretên eleqedar re eşkere kir."
Hasanoglu ji ber alîkarî û xizmetan spasiya Erdogan kir.
IPA li 140 welatan xebatan dike û milyonekî zêdetir doxtorên zarokan endamê vê saziyê ne.