Dinya

Li Nîjeryayê êrîşa biçek: 29 kuştî

Türkan Tosun  | 26.03.2020 - Rojanekırın : 26.03.2020
Li Nîjeryayê êrîşa biçek: 29 kuştî

Abuja

Li Nîgera eyaleta Nîjeryayê di êrîşa biçek da 29 kes mirin.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî li herma Shîroroyê ya eyaleta Nîgerê kesên biçek ên motisikletan sîwar bûne gule berdan der û dor.

Di êrîşê da 29 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Waliyê Eyaleta Nîgerê Ebubekir Sani Bello daxuyand hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û lêpirsîn hatiye destpêkirin.

- Motosîklet hatibûn qedexekirin

Li welêt di demên dawîn da kesên çekdar bi motosîkletan êrîşan dikin. Ji ber vê li hin eyaletan motosîklet hatibû qedexekirin.

Li herêmê car caran şivan û cotkar jî şerên tund dikin. Fulanî ji bo ku heywanên xwe biçêrînin koçî başûrê welêt dikin. Li gor îdiayê cotkar jî heywanên Fulaniyan didizin û êrîşî wan dikin.

Çeteyên çekdar jî van pevçûnên cotkar û şivanan ji xwe ra dikin firsend û êrîşan dikin, gelê herêmê direvînin.

Meha borî dîsa di êrîşên çekdar da 3 kes hatibûn kuştin û 10 kes jî hatibûn revandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın