İbrahim Atmaca
26 Adar 2020•Rojanekirin: 26 Adar 2020
Li Kosovayê hikûmeta koalîsyonê ya ku Serokwezîr Albîn Kurtî pêşengtiya wê dike û nêzî du mehan e dest bi wezîfeyê kiriye, ji ber ku di meclisê da reya pêbaweriyê hilneda, ket.
Yekîtiya Demokratîk a Kosovayê (LDK) ku şirîkê koalîsyonê bû, ravepirs pêşkêşî meclisê kir û meclis nêzî 10 saetan li ser ravepirsê sekinî û ji bo ravepirsê 82 parlamenteran dengê "erê", 32 parlamenteran dengê "na" û parlamenterek jî dengê "bêbiryariyê" da.
Di meclisê da parlamenter ji bo pêşîlêgirtina vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mêtro û nîvek dûrî hevdu rûniştin, lepik kirin destê xwe, maske dan ber dev û bêfila xwe û kursî timî hat dezenfektekirin.
Kurtiyê ku serokê giştî yê Hereketa Bixwe Biryarê Bideyê ye jî, der heqê kar û barên ku 50 roj in hikûmeta wî kiriye da agahî da û diyar kir, mebesta ravepirsê ew e ku welatiyan bê hikûmet bihêle.