Halil İbrahim Sincar,Beşir Şavur
15 Adar 2026•Rojanekirin: 16 Adar 2026
MARDÎN (AA) - Barana ku li navenda Mêrdînê û hin navçeyan barî, bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Barana ku duh dest pê kir, bi şev û serê sibê dewam kir.
Baran bû sedem ku li ser rêyan golên avê çêbin û wesayît jî bi zehmetî herin û bên.
Ji ber baranê li navçeyên Qiziltepe, Mazidagi, Dêrik, Savur, Yeşîllî, Artuklu û Nisêbînê hin mal û kargeh di binê avê da man.
Li Taxa Doguşê ya Nisêbînê ji ber baranê dîwarên tewleyekê hilweşiya, hin heywan telef bûn.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ên Mêrdînê ava di mal û kargehan da vala kirin.
Midûriyeta Giştî ya Rêvebiriya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) jî bi xebatkar û makîneyên kar va piştgirî da xebatan.