Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 72 hezar û 239an
Istanbul
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kesên ku hatin kuştin derket 72 hezar û 239an.
Artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê digel agirbestê êrîşên xwe didomîne.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da agahiyên dawîn ên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn, hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 5 kuştî û 8 birîndar bo nexweşxaneyên li Xezeyê hatin veguhestin.
Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku ji 10ê Cotmeha 2025an a destpêkirina agirbestê û vir va bi êrîşên Îsraîlê 663 kes hatin kuştin û 1762 kes jî birîndar bûn. Di vê maweyê da her wiha termên 756 kesan jî ji bin kavilan hatin derxistin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku di 7ê Cotmeha 2023yan da dest pê kirin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 72 hezar û 239an, ya birîndaran jî derket 171 hezar û 861ê.
