Grand Prixê yên Behrêyn û Erebistana Siûdî yên Formula 1ê ji ber hincetên ewlehiyê di meha nîsanê da wê çênebin
Istanbul
Hat ragihandin ku pêşbirkên Grand Prixê yên Behrêyn û Erebistana Siûdî yên Formula 1ê ji ber hincetên ewlehiyê di meha nîsanê da wê çênebin.
Di daxuyaniya Formula 1ê da wiha hat gotin: "Pêşbirkên Grand Prixê yên Behrêyn û Erebistana Siûdî di meha nîsanê da wê çênebin. Ji ber rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn, Grand Prix, digel pêşbirkên F2, F3 û F1 Akademî wekî ku hatin plankirin wê çênebin."
Di daxuyaniyê ev agahî hat dayîn: "Her çendî alternatîf hatibin nirxandin jî, di meha nîsanê da tu guhertin wê neyên kirin."
