Önder Beyter
25 Adar 2019•Rojanekirin: 26 Adar 2019
Li rojhilatê Myanmarê di depoyekê da teqîn çêbû, herî kêm 16 kes mirin, 48 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Şînhuayê ya li ser zarê peywirdaran, li bajarê Mongmao yê eyaleta Şanê di depoyeke ku alavên înşeatê, tûp û teqemenî tê hene da teqîn çêbû.
Peywirdaran diyar kir ku di teqînê da herî kêm 16 kes mirin, 48 kes jî birîndar bûn û birîndar jî ji bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhastin.
Sedemê teqînê hê jî nayê zanîn.