İbrahim Atmaca
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 27 Mijdar 2018
QAHIRE
Li El-Uksura bajarê Misrê gora firewnekî ya 4 hezar sal berê hat dîtin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Berhemên Dîrokî ya Misrê hat dayîn, li peravê rojava ya Çemê Nîlê gora firewnekî a 4 hezar sal berê hat dîtin.
Hat gotin ku gor aîdê Thaw Rakht Ifê melayê dîn e ku di peresgeha Muta jina Amorê Yezdan da berpirsê karên mûmyakirinê ye.
Hat gotin ku li ser dîwarên gorê ji malbatê navê hin kesan nivîsar e û di navê da jî 2 tabût û 2 peykerên darîn hene.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di keşfa arkeolojîk da mûmyayeke din jî hat dîtin û ew jî ya kesekî bi navê "Hurî" ye û Cîgirê Perestgeha Amonê ye.