İbrahim Atmaca
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
BEXDA
Hat ragihandin ku li Iraqê piştî taviya şiliyê ya ku 2 roj e dibare lehî rabû û hejmara kesên ku di lehiyê da xeniqîn derket 16an.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Seyf el-Bedr daxuiyaniya nivîskî da û diyar kir, di lehiya ku li bajarê Wasitê piştî taviyê rabû da 6 kes mirin.
Di lehiya ku 2 roj in li bajêr rabûye da hejmara kesên ku mirin derket 16an.
Wezareta Tenduristiyê pêr daxuyandibû ku li bajarê Selaheddînê 5, li Zî Qarê 2, li Besrayê 1, li Meysanê 1 û li bajarê Wasitê kesek mir.
Tê payîn ku barana gef û gur îro jî dewam bike.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî berî niha daxuyandibû ku Şirgata navçeya Selaheddînê di serî da ew geşedanên Selaheddîn û Mûsilê ji nêz va dişopîne.
Ebdulmehdî diyar kiribû ku ji bo ku alîkarî demildest bigihêjin herêmê, xesar were tesbîtkirin û can û malê gel were parastin maseya qeyranê hat avakirin.