18 Adar 2017•Rojanekirin: 18 Adar 2017
LIMA
Li Perûyê ji ber şiliya zêde lehî rabû û di lehiyê da 67 kes mirin.

Rayedaran destnîşan kirin ku ji ber lehî û hêlana piştî şiliyê çêbûn li welêt 67 kes mirin, bi hezaran kes hatin tehliyekirin û gelek kes li ser xaniyan li bendê ne ku bên xilaskirin.

Li tevahiyê welêt ji ber şiliya El Nînoyê 115 hezar xaniyan zirar dît, 117 pire hilweşiyan û gelek rê ji çûyîn û hatinê hatin girtin.

Ji ber lehiya ku li qeraxa Perûyê zêde rabû hin gund hatin valakirin.
