Haydar Şahin
18 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2019
Waliyê Duzceyê Zulkîf Dagli diyar kir ku 21 karkerên findiqan ên li Dîlawera gundê Akçakocayê ji ber şilî û hêlanê di malên xwe da mehsûr mabûn hatin xilaskirin.
Walî Dagli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got xebr hildan ku 21 karkerên ji bo komkirina findiqan ji bajarên li başûrê rojhilatê welêt hatibûn gundê Dîlawerê di malên xwe da mehsûr mane û li ser vê dest bi xebatan kirin.
Dagli diyar kir ku bi firokeya ji Sererkaniyê xwestin va gihîştin herêmê û welatî ji wê derê hildan û anîn Stada 15ê Tîrmehê.
Dagli destnîşan kir ku welatî ji kontrola tenduristiyê derbas kirin ji bo tevdîrê ji wan hinek rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Pêkanînê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Duzceyê û wiha pê da çû: "Li ser agahiyan ji ber ku ji erdê ra wesayît naçin herêmê me firoke xwest. Welatî hatin neqilkirin. Em guh didin îxbarên ji herêmê tên."
Hasan Aniyê karkerê findiqan ê ji Şirnexê jî diyar kir ku ji duh êvarê vir da mehsûr mabûn, bi firokeyê hatin xilaskirin û nika rewşa wan baş e.
Li gundê Cumayeriyê jî ji ber şilî û hêlanê rêya gund hatibû girtin 8 kesên li tesîsa raftîngê asê mabûn jî îro ber destê sibê hatibûn xilaskirin û li nexweşxaneyên li Sakaryayê hatibûn dermankirin.