KAHİRE
Hat ragihandin ku polêsên Misrê Serokê Giştî yê Partiya Vasatê Ebu'l Ala Madî û alîkarê wî Îslam Sultan bin çav kirin.
Li gor agahiyên ku nûçevanê AAyê ji hêzên ewlehiyê berhev kirin, Serokê Giştî yê Partiya Vasatê Ebu'l Ala Madî û alîkarê wî Îslam Sultan li herêma El-Maktamê ya ku li başûrê Qahîreyê ye, hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Misrê ragihand ku Madî û Sultan di bûyerên 30ê Hezîranê yên ku li Qahîre û Gîzayê pêk hatin de gel teşwîqê tundiyê kirine û ji ber wê hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku Madî û Sultan wê li Girtîgeha Turayê ya ku Serokê têkçûyî Husnu Mûbarek jî li wir e, bên girtin.