ŞAM
Li Sûriyê hêzên Esed li gelek bajaran operasyon li dar xistin. Zarok û jin jî tê de bi tevahî 73 kes kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyê (SNHR) destnîşan kir ku hêzên bi hikûmatê ve girêdayî, li hemberî muxalifan operasyon li dar xistin, 14 jê zarok 52 jin bi tevahî 73 kes hat kuştin.
SRGC îdia kir ku balafirên şer li Navçeya Mareta Îdlibê bombe barandin û bi dehan mal hilweşiyan, ji kavilan bi dehan birîndar hatin derxistin û hêzên rejîmê, Îdlib û beldeyên li derdorê wê dane li ber top û tivingan.
Di aliyê din de Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyê îdia kir ku hêzên bi rejîmê ve girêdayî, li herêma Xalidiyeya Xûmûsê bi çekên giran êrîş dikin. Hêzên Esed bi piştevaniya milîsên Hîzbûllahê ji sedî 60ê herêma Xalidiyê girtine bin kontrola xwe.
Li Helebê pevçûnên mezin
SRGC îdia kir ku li herêma Şeyh Maksûda Halebê di navbera Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) û artêşa rejîma Sûriyê de pevçûn di sikakan de çêdibin û Artêşa Azad a Sûriyê xisareke mezin dane artêşa Sûriyê. SRGC îdiayên xwe wiha dan zanîn: "Li herêmên Duma, Berze Mudamiye, Tadamun, Dareya, Guta û Yermuka Şamê di bin bomberandineka giran de ne, ji wan herêman dûxan hil dibe. Hêzên Esed ji Çiyayê Kasyonê top û tivingan agirdadayî dike.