Türkan Tosun
22 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
QAHIRE
Li Misirê bajarê Asvanê tavê da peykerê Fîrewn Ramsesê 2yemîn ê ku di Perestgeha Ebu Sîmbelê de ye.
Gelek turîstên herêmî û biyanî, rayedarên payebilind û welatiyan vê bûyera astronomiyê ya ku salê du caran diqewime, temaşe kirin.
Husam Abbudê Midûrê Giştî yê Berhemên Dîrokî ya Ebu Sîmbelê ji ajansa nûçeyan a fermî ya Misirê MENAyê re daxuyand ku di saet 05.53yan de tîrêjên tavê li peykerê Ramsesê 2yemîn xistiye û vê bûyera bêhempa 22 deqîqeyan dewam kiriye.
Abbud got tîrêjên tavê di hundirê perestgehê da 60 mêtro dirêjî stûnan bûye û paşê li rûyê pêykerê Ramsesê 2yemîn xistiye.
Abdud anî ziman ku 3 hezar û 500 turîstan yên ku jê hezar û 500 kes biyanî ne temaşaya vê bûyerê kirine.
Perestgeha Ebu Sîmbelê li bajarê Asvanê di nav çiyayekî de hatiye çêkirin. Çêkirina wê 20 salan dewam kiriye. Li ber derê perestgehê 4 peykerên qirase ên Ramsesê hene. Ev bûyera astronomiyê salê du caran çêdibe. Yek 22yê cotmeha ku rojbûna Ramsesê 2yemîn e û ya din jî di 22yê sibatê de roja ku Ramses tac daye serê xwe pêk tê. Tîrêjên rojê 20 deqîqeyan li rûyê peykerê dide.
Di Misira berê de dema ku 22yê cotmehê de tavê li rûyê peykerê Ramses dida demsala çandiniyê dest pê dikir. 22yê sibatê de jî demsala bêderê dest pê dikir.