Muhammet Kurşun
11 Tebax 2017•Rojanekirin: 12 Tebax 2017
QAHÎRE
Li bajarê Îskenderiyeya Misirê du trên li hev qelibîn û di qezayê de li gor agahiyên ewil 36 kes mirin 123 kes birîndar bûn.
Berdevkê resmî yê Wezareta Tenduristiya Misirê Xalid Mucahid daxuyanî da û got trêna sefera Qahîre-Îskenderiyeyê dikir li trêna Îskenderiye-Port Saidê qelibî û 36 kes mirin 123 kes birîndar bûn.
Mucahid got lokomotîfa trêna ji pişdê ve dihat û 2 vagonên trêna li pêş ji ber qezayê ji ray derketin.
Wezareta Gihandinê jî ragihand ku seet 12.15an qeza li herêma Xurşidê rûda.
Li ser sedema qezayê agahî nehat dayîn.