QUDIS
Polêsên Îsraîlê destûr nedan kesên ku emrê wan ji 35 salî piçûktir in derbasî Mescida Eqsayê bibin.
Polêsên Îsraîlê destê sibê li pêşiya deriyên Mescida Eqsayê dest bi kontrola nasnameyan kirin, destûr dan ku jin derbas bibin lê belê destûr nedan kesên ku emrê wan ji 35 salî piçûktir in derbasî Mescida Eqsayê bibin.
Mescida Eqsayê ya ku li Qudsê ye qibleya mislimanan a ewil e. Di nav Kuliyeya Mescida Eqsayê de Mizgefta Qubetusehrayê, Mescida Qibleyê, muze û medrese hene. Cihû bawer dikin ku di bin kuliyeyê de xirbeyê Mebeda Silêman heye û ji bo vê jî binê kuliyeyê dikolin.
Rayedarên Îsraîlê û cihûyên ku li ser erdê filistîniyan bi cî bûne hin caran dikevin Kuliyeya Eqsayê û cimaeta mizgeftê û xwendekarên ku li wir perwerde dibin aciz dikin. Misliman li dijî van kirina derdikevin û ji ber vê yekê jî li Mescida Eqsayê ragêşî derdikevin.