Türkan Tosun
21 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2019
TLAHUELILPAN
Li bajaroka Tlahuelîlpana 100 kîlomêtro bakurê Meksîkoya paytextê Meksîkayê roja înê ji ber teqîna xeta boruyê ya neftê 85 kes mirin.
Wezîrê Tenduristiyê Jorge Alcocer daxuyand ji welatiyên ku seba nefta ji boruyan jê diçe ji xwe ra hildin civiyan jê 85 kes ji ber teqînê mirin, 58 kesên birîndar bûn jî li nexweşxaneyan tedawî dibin.
Ji ber diziya neftê li welêt hin xetên boruyan ên neftê hatibûn girtin. Ev jî bûbû sedem ku qeyrana neftê çêbibe û li ber îstgehên benzînan rêzên wesayîtan ên dirêj çêbibe.
Hefta borî li eyaleta Meksîkoyê welatiyan nefta ji boruyan der diçe tijî şûşe û leganan kiribûn, dîmenên wan li ser medyaya civakî hatibûn belavkirin.
Serokê Dewletê Lopez Obrador gotibû ji ber diziya neftê ew têkoşînê didin û ev jî dibe sedem ku qeyrana sotemeniyê çêbibe. Obrador ji welatiyan ra gotibû bila sebir bikin ku heta ev mijar tê çareserkirin.
Lopez Obrador di 1ê Çileya Pêşîn a 2018an da dest bi wezîfeyê kiribû û gotibû ji depoyên sotemeniyê û xetên boruyan ên neftê dizî tê kirin. Obrador soz dabû ku ewê li hemberî dizan têkoşînê bide û ferman dabû ku hin xetên boruyan bên girtin.
Li Meksîkayê salê qasî 3 milyar dolarî neft ji depoyên sotemeniyê û xetên boruyan ên neftê tê dizîn.