Ahmet Emin Dönmez
15 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2025
Li Madagaskarê piştî protestoyên dijî hikûmetê yên ku bi hefteyan dirêj kirin, artêşê ragihand ku dest daniye ser rêveberiyê.
Li gorî nûçeyên di medyaya herêmî da derketin, hêzên di bin fermandariya Serbaz Mîchael Randrîanîrîna da kontrola welêt xistine destê xwe.
Artêşê ragihand ku destûra bingehîn hatiye sekinandin û xebatên hikûmetê û yên hin saziyên dewletê bi demkî hatine rawestandin.