İbrahim Atmaca
15 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2020
Artêşa Lîbyayê daxuyaned ku di nav 40 rojî da ji gorên komî yên li başûrê Trablusa paytext û li Terhune û derdora wê bi tevahî 225 cesed hatin derxistin.
Li gor daxuyaniya ku ji yekeya çapemeniyê ya Operasyona Xezeba Hêrsê ku bi destê hikûmeta Lîbyayê tê meşandin, li herêmên ku ji milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên nemeşrû ên li rojhilatê welêt hatin xelaskirin, di nav 40 rojî da 225 cesed hatin derxistin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, hêngî ku Terhune ji destê milîsên Hefter hatiye derxistin, Saziya Lêgerîn û Tesbîtkirina Kesên Winda ji bo dîtina gorên komî û derxistina cesedan tevdîran hildide.
Duh jî li ser malpera Facebookê ya Xezeba Hêrsê wêneyên cesedê 4 kesên ku nasnameya wan ne diyar e, hat weşandin û hat gotin ku ew li Terhuneyê ji goreke komî hatin derxistin.
Li gor daxuyaniya ku serê mehê ji yekeya çapemeniyê ya Operasyona Xezeba Hêrsê hatibû dayîn, di navbera 5-28ê hezîranê jimara cesedê ku hatine dîtin 208 e.