İbrahim Atmaca
22 Gulan 2019•Rojanekirin: 23 Gulan 2019
Wezîrê Karên Derva yê Misrê Samîh Şukrî diyar kir ku li Lîbyayê hewlên ji bo çareseriya siyasî dewam dikin û ew piştgiriyê didin Generalê teqawid Xelîfe Hafterê pêşengê hêzên eskerî yên li rojhilatê Lîbyayê.
Wezareta Karên Derva ya Misrê fitar da û gazî rojnamegerên navdar ên welêt û xebatkarên medyayê kir. Şukrî di fitarê da axivî û û wiha got, "Em piştgiriyê didin Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (ya girêdayî Hafter). Ji bo ku rêxistinên din jî bi vê saziyê va werin girêdan, em hewl didin."
Şukrî bal kişand ku li herêmê qadên pevçûnê yên cidî hene û got ku pêdivî ne bi şer, bi çareseriyên siyasî heye.
Serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Lîbyayê General Xelîfe Hafter ji bo bidestxistina Trablusê 4ê nîsanê fermana êrîşê dabû û li ser vê yekê yekîneyên Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî jî dest bi operasyona bersivdayînê ya bi navê "Burqan el-Xezebê" kiribûn. Di navbera hêzên Xelîfe Hafter û hêzên Serokê Konseya Serokatiyê ya Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî Fayiz es-Serrac da li derdora paytextê pevçûnên giran hene.
Li Lîbyayê ji sala 2011an vir va di navbera Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî û rêvebiriya Tobrukê da ku piştgiriyê dide hêzên Xelîfe Hafter, pirsgirêka meşrûbûnê heye. Welatên wek Misir, Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb piştgiriyê didin rêvebiriya Tobrukê.