Önder Beyter
05 Tebax 2019•Rojanekirin: 06 Tebax 2019
Li Lîbyayê di êrîşa asîmanî ya balafirên hêzên Xelîfe Hafter a dijî bajarê Merzuqê ku li rojavayê başûrê welêt dimîne da 41 kes hatin kuştin, 37 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Lîbyayê, balafirên cengê yên hêzên Hafter li bajarê Merzuqê êrîş bir ser Taxa El-Kele ku qebîleya Tebû lê dijî. Di êrîşê da 41 kes hatin kuştin, 37 kes jî birîndar bûn.
Ji hêzên Hafter der heqê mijarê da daxuyanî nehat dayîn.
Serkêçê çekdar ê li rojhilatê welêt Xelîfe Hafter bi piştgiriya çek û muhîmatên ku ji mitefiqên xwe yên herêmî werdigire va êrîşî deverên ku sivîl lê niştecih in dike.
Balafirên cengê yên hêzên Hafter meha çûyî li rojhilatê paytextê, stargeha koçberan Tecura kiribû armanc û di encamê da ji 60î zêdetir koçberên bêdestûr ên ji welatên cuda hatibûn kuştin.