19 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
LONDRA
Li Londraya paytextê Îngiltereyê bi deh hezaran kes li dijî nijadperestî û îslamofobiyê meşiya.
Bi mebesta Roja Têkoşîna Nijadperestiyê a Navneteweyî a Neteweyên Yekbûyî xwepêşandan hat lidarxistin. Xwepêşandêran dovîzên li dijî îslamofobî, antîsemîtîzm, Serokê Emrîkayê Donald Trump û Brexîtê gerandin.
Meş li ber navenda BBCya saziya weşana qamûyê ya îngiliz ku li Portland Placeyê ye, dest pê kir û li ber parlementoya îngiliz bi dawî bû.
Meş ji aliyê înîsiyatîfa civata sivîl a bi navê "Li Dijî Nijadperestiyê Rabe Piya" hat lidarxistin û tevgerên wek "Koalîsyona Sekinandina Şer" jî piştgirî danê û ji bo piştgiriya penaberan dirûşm hatin berzkirin.
Li Londrayê ji 2012an heta niha her sal bi rêk û pêk li dijî nijadperestiyê meş tê lidarxistin. Îsal zêdebûna pankartên wek "Bila penaber bi xêr bên", "li dijî Trump bisekine", "destê xwe ji karkerên YEyê bikêşin" bal kişandin.
Li Cardîffa paytextê Gallerê û li Glasgowa bajarê Îskoçyayê jî di heman çarçoveyê da meş hat lidarxistin.