2016 ж. 15 қыркүйек•Rojanekirin: 2016 ж. 15 қыркүйек
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê daxuyaniyek da û got ku Herekata Mertala Firatê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) ve di serî de DAEŞ ji bo ku tehdîda rêxistinên terorê berteref bike û ewlehiya hidût zêde bike û piştgirî bide hêzên koalîsyonê di 24ê tebaxa 2016an de da destpêkirin gihaşt roja xwe ya 22yemîn.
Hat diyarkirin ku di çarçoveya herekatê de li xeta sînorê Sûriyeyê îro bergiriyên ewlehiyê yên hewcedar hatin girtin, li Cerablûs û Raiyê li herêma ku tê kontrolkirin de li qada ku bi keşif, raçavî, tespîtkirina hedefan û bidestxistin a bi qasî 845 kîlometrokareyî de fealiyetên pêşxistina bergiriyên parastinê berdewam dikin.
Bal hat kişandin ku wesiteyên piştgiriya guleyan bi tevahî 6 gule avêtin kozika rêxistina terorê ya DAEŞê ya li sehaya herekatê, di çarçoveya herekatê de heta îro bi tevahî 2 hezar û 251 gule avêtin 525 kozikan.
Hat eşkerekirin ku Hêzên Koalîsyonê li herêma Cakkayê (Zeytînlîk) jî herekata asîmanî birin ser hêmanên DAEŞê yên ku hatin tespîtkirin û mewziyeke hewanê hat îmhekirin.
Dan zanîn ku li xeta sînorê Sûriyeyê bi ÎHAya Bayraktar re fealiyetên keşif û raçaviyê tên îcrakirin.
Ji aliyê din ve hat destnîşankirin ku AFAD û hêmanên Heyva Sor fealiyetên lojîstîk ên ji bo Artêşa Sûriyeya Azad û sivîlan berdewam dikin.
- Ji bo ku sivîl zirar nebînîn gelekî baldar in"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê piştgiriyê didin herekata koalîsyonê ya ku li bakurê Sûriyeyê ji aliyê rêxistinên terorê ve tê bikaranîn û li herêma hidûdê me xetereya ewlehiyê derdixîne, TSK ji bo ku sivîlên li herêmê dijîn zirar nebînin her cure bergiriyan distîne û di vê mijarê de gelekî hesasiyetê nîşan dide.