Mehdî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber êrîşên DÎŞIyê tirkmenên ji gundê Beşiriyê warên xwe terikandin û got ku ji bo tirkmenan dest bi avakirina kampekê kirine.
Mehdî destnîşan kir ku kamp dê li nehiyeya Leylanê ya li rojhilatê bakurê Kerkûkê ye bê avakirin û got ku xêrxwazekî tirkmen 15 donim erazî da û dê kamp li vir were çêkirin. Mehdî diyar kir ku dê bi alîkariya AFADê di nav hefteyekê de kampê ava bikin.
Mehdî diyar kir ku 7 hezar jê tirkmen bi tevahî 30 hezar penaber li Kerkûkê hene û got ku bi gelemperî di dibistan, mizgeft, bereqe û înşeatan de dimînin. Mehdî destnîşan kir ku heta kamp temam bibe dê ev hejmar derkeve 50 hezarî.
Li Iraqê ev demek e pevçûn hene û komên çekdar ên ku di serkêşiya DÎŞIyê de şer dikin kontrola Mûsil, Tikrît û hin herêman bi dest xistine û ji ber pevçûnan ji milyonekî zêder sivîl ji herêmê koç kirin.